Iraqê li ser peymana navbera QSD û Şamê daxuyanî da
Wezareta Karên Derve ya Iraqê daxuyaniyek da û diyar kir ku ew peymana navbera QSD'ê û Hikumeta Şamê ya Demkî bi kêfxweşî pêşwazî dikin.
Wezareta Karên Derve ya Iraqê daxuyaniyek da û diyar kir ku ew peymana navbera QSD'ê û Hikumeta Şamê ya Demkî bi kêfxweşî pêşwazî dikin.
Wezareta Karên Derve ya Iraqê têkildarî peymana 30'ê Çileyê ya navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) û Hikumeta Şamê ya Demkî daxuyaniyek da.
Di daxuyaniyê de peyman weke gaveke erênî hate pênasekirin û hate gotin, "Ev yek wê bandorê li hemû lihevkirin û hevdîtinên navbera aliyên li Sûriyeyê bike. Gelekî girîng e ku saziyên dewletê mafên hemû pêkhateyan biparêzin û li ser bingeha jiyaneke aştiyane û welatîbûnê maf bêne misogerkirin."
Wezareta Iraqî diyar kir ku şer tenê windahiyan bi xwe re tîne û destnîşan kir ku Iraq piştgiriyê dide çareseriya siyasî, aramî û ewlehiya li herêmê. Di dewama daxuyaniyê de hate gotin, "Peyman dike ku saziyên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk bi saziyên Sûriyeyê re bibin yek. Ev yek jî aramiyê xurt dike û piştgiriyê dide pêvajoya çareseriya siyasî ya li Sûriyeyê."
Hêjayî gotinê ye QSD û hikumeta demkî ya Sûriyeyê di 30’ê Çileya 2026’an de li ser agirbestê û entegrekirina bi qedem a hêzên leşkerî û îdarî li hev kiribûn.